Leşkerekî Tirkiyê li Sêrtê hate kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dordora gundekî Sêrtê di encama êrîşeke PKKê de, leşkerekî Tirkiyê hate kuştin.

Li bajarokê Berwariyê yê Sêrtê li derdora gundê Hûsyanê di navbera gerîlayên PKKê û arteşa Tirkiyê de şer derket û di encamê de leşkerek canê xwe ji dest daye.

Duhî li nêzikê gundê Hûsyanê di dema derbasbûna otomobîleka leşkerî de teqînek rû dabû û leşkerek birîndar bûbû. Piştî teqînê operasyon li dijî gerîlayên PKKê hatibû destpêkirin.