Li Mereşê erdhejeke bi pileya 4.2 rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Andîrîn a Mereşa Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.2 li ser pîvera Richterê rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Andîrîn a Mereşê bi hêza 4.2 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 06.38 de û 6,99 kîlometre di bin erdê de rû daye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.