Revenda Kurdî li Almanyayê Yekemîn Dîdara Şanoyê lidar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca avakirina pirekê di navbera çandan de û naskirina gelên din bi şanoya Kurdî, Yekemîn Dîdara Şanoya Kurdî ya Dîasporayê li Almanyayê tê lidarxistin.

Dîdara Şanoya Kurdî ya Dîasporayê bi dirûşma Bîranîn, Çîrok, Vegera Welat e û rojên 16, 17 û 18ê Hezîrana 2023an tê lidarxistin.

Rêkxerê Dîdarê Karwan Elî Mecol ji K24ê re got: “Şano ew hunera zindî ya ku me hemûyan digihîne hev e, ji ber vê yekê me pêngav ji bo organîzekirina yekemîn dîdara şanoyê avêt.”

Got jî: “Kêfxweş im ku em ê hin hunermendên şanoyê yên xwedî ezmûn bînin cem hev. Em dixwazin em vê dîdarê bikin hevpeyvîna bedewî, azadî û peyama mezin a şanoyê.”

Amaje bi wê jî da: “Ez hêvî dikim ku em vê dîdarê bikin nerîteke salane.”

Di dîdarê de dê çend şanoyên cuda bên pêşandan û gelek guftûgo li ser şano û mijarên şanoyê bi giştî dê bên kirin.