Messi diçe Inter Miami ya Amerîkî

Navenda Nûçeyan (K24) – Stêrkê Argentînî Lionel Messi duhî Çarşemê di hevpeyvînekê de ligel medyaya Spanî ragihand, ew ê tevlî tîma Inter Miami ya Amerîkî bibe.

Messi ji rojnameyên Îspanyolî Diario Sport û Mundo Deportivo re got: “Min biryar da ku ez biçim Miami, ji sedî 100 peymana min nehatiye mohrkirin, lê me biryar da ku ez li wir riya xwe bidomînin.”

Messi got ku ew naxwaze li benda Barcelonayê bimîne ta ku formûlek bibîne ji bo ku bikaribe ligel wî îmze bike, ji ber rewşa darayî ya Barcelonayê bû sedema derketina wî ji wê tîmê.

Destnîşan kir jî: “Piştî bidestxistina Kûpaya Cîhanê ku nikaribim biçim Barcelonayê, dem hatiye ku ez biçim lîgeya Amerîka (Major League Soccer) da ku bi rengekî din futbolê bijîm û bi jiyana xwe ya rojane bidomînin.”

Rojnameya "Sport" da zanîn, girêbesta Messî bi tîma Inter Miami re, bo 3 salan e û ew ê her werzekê 50 mîlyon Euro werbigire, ligel rêjeyekê ji qazancên "Adidas" û "Apple" ku du hevkarên herî mezin ê Lîgaya Amerîkî ne.

Ev yek di demekê de ye, Messî teklîfa tîma El-Hîlal a Siûdî ku salane 400-600 milyon euro bû, red kir.

Lîstikvanê Argentînî (35 salî) du werzên dawîn li Paris Saint-Germain derbas kir, û maça xwe ya dawîn bi wê tîmê re roja şemiya borî lîst, piştî ku di sala 2021an de ji Barcelona bar kir, ku wî piraniya kariyera xwe ya futbolê lê derbas kir.