Serokê Filistînê serdana Çînê dike

Wezareta Derve ya Çînê ragihand, hefteya bê Serokê Filistînê Mehmûd Ebas dê serdana Pekînê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Çînê ragihand, hefteya bê Serokê Filistînê Mehmûd Ebas dê serdana Pekînê bike.

Wezareta Derve ya Çînê diyar kir, Serokê Filistînê Mehmûd Ebas di serdana xwe de dê ligel rayedarên bilind ên Çînê bicive û hejmarek dosyeyên girîng ên dualî gotûbêj bikin.

Herwiha eşkere kir, biryar e serdana Mehmûd Ebas ji roja 13ê vê mehê heta 16ê vê mehê bidome.

Wezîrê Derve yê Çînê di meha Nîsana borî de bi hevtayê xwe yê Îsraîlî û Filistînî ragihandibû, welatê wî amade ye ku alîkariya danûstandinên aştiyê bike.