Ukraynayê heftemîn êrîşa ser hêzên Rûsyayê encam da

Rayedarekî aligirê Rûsyayê li Zaporijyayê ragihand, hêzên Ukraynayê dest bi êrîşeke nû kiriye li dijî Rûsyayê.

Hewlêr (K24) – Rayedarekî aligirê Rûsyayê li Zaporijyayê ragihand, hêzên Ukraynayê dest bi êrîşeke nû kiriye li dijî Rûsyayê û got: “Hêzên Rûsyayê beriya niha bersiva şeş êrîşên Ukraynayê li başûrê Zaporijyayê dane.”

Serokê Tevgera "Em li cem Rûsyayê ne" li Zaporijyayê Vladimir Rogov di peyamekê de li ser medyaya civakî ragihand: “Çekdarên artêşa Ukraynayê dest bi êrîşeke nû li dijî Zaporijyayê kir, êrîş bi bikaranîna çekên giran dest pê kir, lê belê hêzên Rûsyayê bersiva êrîşê dan.”

Vladimir Rogov çawaniya encamdana êrîşa Ukraynayê eşkere dike û diyar dike ku destpêkê amadekariya teknîkî hatiye kirin, piştre dest bi veguhestina zirxpoş û hêzê bo xetên pêş kirine.

Roja Înê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di daxuyaniyekê de ji rojnamevanên welatê xwe re li Soçiyê got: “Em dikarin bibêjin ku êrîşa Ukraynayê dest pê kiriye û belgeya wê jî bikaranîna yedega stratejîk a artêşa Ukraynayê ye, lê belê li ti cihekî negihiştine armancên xwe.