Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ku li Silêmaniyê rastî êrîşekê hat, canê xwe ji dest da

Silêmanî (K24) – Duh li bajarê Silêmaniyê teqe li endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hat kirin û birîndar bû, ji ber giraniya birîna xwe, îro canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê yê li Silêmaniyê, vê sibê 10ê Hezîrana 2023an, endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ku duh li bajarê Silêmaniyê teqe lê hat kirin, piştî mana 17 demjimêran li jêr çavdêriya bijîşkî, vê sibê canê xwe ji dest daye.

Duh beriya nîvro, endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê, li ber avahiya komeleyê rastî êrîşeke çekdarî hat û demildest ji aliyê endamên komeleyê ve ku hemû xelkê Bakurê Kurdistanê ne, bo Nexweşxaneya Şar hat veguhestin.

Huseyîn Arasan jidayîkbûyê sala 1978an e û xelkê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye. Medyaya nêzîkî vê komeleyê ragihandiye, Husên bi salan e li bajarê Silêmaniyê dijî û penaberê siyasî bû.