Li Enqerê teqîn: 5 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Elmadagê ya Enqere ya Tirkiyê teqînek di kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan de rûda, di teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Elmadagê ya Enqere ya Tirkiyê teqînek di kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan de rûda, di teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Îro Şemiyê danê sibehê li navçeya Elmadagê ya Enqerê teqînek di kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan a girêdayî saziya Pîşesaziya Makîne û Kîmyayê (MKE) de qewimî, ku saziyeke serekî ya  berhemanîna çek û teqemeniyan a Tirkiyê ye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser vê mijarê ragihand, di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Cihê bûyerê, wêne: ÎHA
Cihê bûyerê, wêne: ÎHA