Rêveberiya Xweser dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞê yên biyanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê biryar da ku dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî, li gorî yasayên navdewletî û herêmî yên derbarê terorê de bike.

Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de belav kir û tê de ragihand, “Di salên derbasbûyî de ji cîhanê re bû şahid ku HSDê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kobanî heta Baxozê, li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer kir. Ev rêxistina ku nûnertiya rêxistina terorê ya navneteweyî ya herî metirsîdar dike, tawanên herî hovane û komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîn, ku digihin asta tawanên li dijî mirovahiyê. HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê karî vê rêxistina terorê bişkîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li baregeha dawî ya DAIŞê, li Baxozê, bêtirî deh hezar çekdarên DAIŞê hatin girtin, û ew niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne, ji bilî wan jî bi dehhezaran endamên malbata wan, ku piraniya wan zarok û jin in, niha li kampên bakur û rojhilatê Sûriyê dimînin.”

Rêveberiya Xweser got jî, ji rojên yekem ên bidawîhatina şerê Baxozê, wan gelek caran daxwaz ji civaka navdewletî kiriye ku çareseriyekê ji dosya endamên DAIŞê yên tê de girtî bibîne û destpêşxerî kir jî dadgeheke navdewletî were avakirin ji bo dadgehkirina wan çekdaran.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Îro tevî kêşeyên mezin, dijwarî û hesasiyeta qonaxê û barê giran ê li Rêveberiya Xweser, ji ber mayîna van tawanbaran di navendên binçavkirinê de bê dadgehkirin, lê ev şert û merc êdî nikare bidome be, ji ber vê yekê û ji ber ku civaka navdewletî bersiv nedaye bangên di vê derbarê de, Rêveberiya Xweser biryar da ku dest bi dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî li gorî yasayên navdewletî û navxweyî yên têkildarî terorê bike, bi awayekî ku mafên dozgerên qurbaniyan biparêze.

Rêveberiya Xweser tekez kir jî, dadgehkirina çekdaran nayê wateya ku rêveberî ji daxwaza pêkanîna dadgeheke navdewletî ya taybet bi wan çekdaran vedikşe.