Belgefîlma li ser keçeke Kurd xelata Baştirîn Fîlmê di Festîvala Krakovê de wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Di Festîvala Fîlman a Krakovê de ku kevintirîn festîvala hunerî ya Polandayê ye, belgefîlmek li ser stranbêjeke Kurd a ji bajarê Diyarbekirê hat xelatkirin.

Merasîma bidawîhatina Festîvala Fîlman a Krakovê hefteya borî hat lidarxistin. Di nav 240 fîlman de, xelata Baştirîn Fîlm ji fîlmê “Navê Min Bextewarî ye” re hat dayîn ku ji derhêneriya Nick Read û Ayşe Torpak e.

Fîlm li ser keça kurd a bi navê Mutlu Kaya ye ku beşdarî pêşbirka stranbêjiyê ya kanaleke Tirkî bûbû û ji ber deng û bedewiya xwe navdar bû, lê roja 18-5-2015an desgirtiyê wê teqe lê kir û bi giranî birîndar bû. Çîroka birîndarkirina wê keça Kurd di medyaya cîhanê de belav bû, her çendî ku Mutlu bi giranî birîndar bû û ji ber wê jî seqet bû, piştî bûyerê ranewestiya û ji bo baştirkirina rewşa jinan dest bi xebatê kir.

Rexnegirên hunerî di wê baweriyê de ne ku dibe ev belgefîlm di pêşerojê de ji bo xelata Oscarê bê berbijêrkirin. Her wiha wê bibe platformek ku dengê jinên Kurd ên zor li wan tê kirin, bigihe navendên mafên mirovan ên cîhanê.

Hin medyaya cîhanê li ser wî fîlmî nivîsandine, di nav de jî Daily Mail nivîsiye ku “Navê Min Bextewarî Ye” çîroka berxwedanek balkêş e.

Beşek din a fîlmê li ser xwişka Mutlu Kaya, Dîlek Kaya ye ku li Diyarbekirê di mala xwe de ji aliyê hevalê xwe ve bi guleyan kuştibû.

Festîvala Fîlman a Krakowê yek ji kevintirîn festîvalên hunerî yên Polandayê ye û Îsal çapa wê ya 63emîn bû.

Poster