Endamê Fraksiyona PDKê: Em qutkirina mûçe û mafên darayî yên Herêmê qebûl nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîta Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê dibêje, ew birîna mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê qebûl nakin.

Endamê Komîta Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê (Fraksiyona PDK) Sebah Subhî ji K24ê re ragihand, madeya 14 a bûdceya Iraqê mihwerê hemû bûdceyê ye. Di vê maddeyê de bûdce dikare bê şandin yan jî were rawestandin. Ji ber wê, em birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê qebûl nakin.

Herwiha got: “Birêz Hadî Amirî weke nûnerê Çarçoveya hemahengiyê ligel hemû aliyên siyasî rêkeftin kiriye, lê dema derbasî hola parlamentoyê bû, rêkeftin hat guhertin ku armanc ji wê, siyasî ye û êrîşkirina li ser pêgeha Herêma Kurdistanê ye. Em hewl didin ku vê rêkeftinê vegerînin ser nivîsandina wê ya berê.”

Diyar kir jî: “Me di rêkeftinê de pêbaweriyek daye Serokwezîrê Iraqê û ew jî dixwazin vê baweriyê nehêlin.”

Herwiha got: “Hin alî di Komîteya Darayî de hene li dijî qewareya Herêma Kurdistanê kar dikin.”

Ev yek di demekê de peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê eşkere kir, biryar bû îro demjimêr 17:00ê danê êvarê Parlamentoya Iraqê bicive, lê heta niha rûniştin ji bo pesendkirina madeyên proseyasayê yên mayî dest pê nekiriye.

Got jî: Heta niha li ser maddeya 14ê ti rêkeftinek çênebûye, bi taybetî xala heftem ya wê madeyê, ku behsa birrîna mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Biryar e îro danê êvarê Parlamentoya Iraqê ji bo pesendkirina madeyên mayî yên bûdceya Iraqê bicive.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê amaje bi wê yekê kir jî, Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê jî ji bo gotûbêjkirina madeya 14em, dicive.