Fuad Husên ji K24ê re: Rêkeftina dawî li ser madeya 14em a budceyê hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Darayî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji K24ê re ragihand, rêkeftina dawî li ser xala heftem a madeya 14em a projeyasaya budceyê hatiye kirin.

Fuad Husên ji peyamnêrê K24ê re got, Herêma Kurdistanê li ser çend mijaran, bi taybet li ser xala heftem a madeya 14 ya projeyasaya bûdceyê bi aliyên din re gihîştiye rêkeftinê.

Ji aliyê xwe ve, Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê li ser xala heftem a madeya 14 ya projeyasaya bûdceyê yekdeng in.

Biryar e îro danê êvarê Parlamentoya Iraqê ji bo pesendkirina madeyên bûdceya Iraqê bicive.

Endamê Komîta Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona PDKê Sebah Subhî ji K24ê re ragihandibû, madeya 14 a bûdceya Iraqê mihwerê hemû bûdceyê ye. Di vê maddeyê de bûdce dikare bê şandin yan jî were rawestandin. Ji ber wê, em birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê qebûl nakin.