Viyan Sebrî: Me weke PDK’ê guhertinên di madeya 14em de qebûl nekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Partiya Karkerên Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê dibêje, “li ser madeya 14 ya projeyasaya bûdceyê rêkeftin hat kirin, lê dema rûniştin dest pê kir, arasteyên wê hatin guhertin. Me weke PDK’ê guhertina madeya 14em qebûl nekir.

Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, rêkeftin li ser madeya 14ê hatiye kirin ku ji 7 xalan pêk tê. Di dawiya wê xalê de jî tê gotin, eger di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de nakokî derket, divê di nava mehekê de lijneyek were avakirin û di nava mehekê de raportekê pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê bike.

Viyan Sebrî got: “Hin frakisyonên parlamentoyê xwastom ku xala heftem ya madeya 14 bi awayekî din be, eger nakokî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de derket, piştî 15 rojan dikarin maf û mûçeyên Herêma Kurdistanê qut bikin. Me weke PDK’ê ev yek qebûl nekir, niha dîsa lihevkirin pêk hatiye.”

Parlamentoya Iraqê roja 8 û 9ê Hezîranê hin madeyên budceya sala 2023, 2024 û 2025ê pesend kirin û dengdana li ser madeyên (14, 15, 16 û 17) hat paşxistin.

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê di madeya 12 ya projeyasaya bûdceyê de, 12.67 hatiye diyarkirin.