Awat Şêx Ceneb: Desthilatdarên Iraqê ji destpêkê ve ji projeyasaya bûdceyê poşman bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pişkê bûdceya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab derbarê bûdceya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de hat, “Rastiyek heye ku ti kes nikare sîstema birêvebirina Herêma Kurdistanê ji gendeliya siyasî, îdarî, darayî û yasayî dûr bixe, ji ber wê jî bernameya çaksaziyê hatiye ragihandin, lê nabe ku pirsa gendeliya siyasî û îdarî têkelî mafên destûrî, yasayî, niştimanî û netewî bike.

Di daxuyaniyê de hat: “Hemû guhertinên ku di madeyên projeyasaya bûdceya Iraqê de yên girêdayî desthilat, maf û sayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê hatine kirin, berûvajî destûr û hemû biryar, têgihîştin û rêkeftinên ku beriya avakirina vê kabîneyê hatibûn îmzekirin, ne. Parlamentoya Iraqê deng li ser karnameya Encûmena Wezîran da û piştre jî rêkeftinek di navbera Wezareta Petrola Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin. Herî dawî li ser mijara hinardekirina petrolê roja 4ê Nîsana 2023an bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Bexdayê hat îmzekirin.”

Wezîrê Darayî û Aborî dibêje: “Her ji destpêka şandina projeyasaya bûdceyê ji aliyê hikûmetê ve bo parlamentoya Iraqê, rayedarên Iraqê ji hemû rêkeftinên ku di heyama dirêj a danûstandinên di navbera her du aliyan de hatine encamdan, poşman bûne.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Vê yekê nîşan da ku desthilatdarên niha yên Iraqê bi rihê dijayetî û biçûkkirina Herêma Kurdistanê kar dikin, ku ev jî dirêjkirina heman siyaseta şovenîstî ya rejîma berê ya Iraqê û berdewamiya siyaseta herêmî ya li hember doza Kurd e.”

Di beşeke din de jî hat: “Ew keşûhewaya nebaş a ku li ser Herêma Kurdistanê hatiye sepandin, wek Enfaleke din e, eger berê tenê berpirsatiya wê li ser milê partiyên desthilatdar bû, lê niha hemû alî û hêzên ku deng dane projeyasaya bûdceya Iraqê, berpirsyaretiya wê ye.”

Tekez kir jî: “Hikûmeta Iraqê berpirsê hemû kêşeyên aborî û darayî yên ku di paşerojê de dê rûbirûyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin.”