Fraksiyona PDKê pêşniyareke nû dide Serokatiya Parlamentoya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê pêşniyaza vegerandina paşmaya mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 12ê dide Serokatiya Parlamentoyê.

Parlamenterê Fraksiyona PDKê Şêrwan Duberdanî ji K24ê re ragihand, Fraksiyona PDKê pêşniyazeke nû derbarê vegerandina paşmaya mûçeyên yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî parlamentoya Iraqê kiriye, bi hevbeşî di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Ji aliyê xwe ve, Seroka Fraksiyona PDK li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji K24ê re tekezî li ser pêşkêşkirina vê pêşniyazê kir û aşkere kir, ew ê îmzeyên pêwîst ji bo pêşniyazê kom bikin.

Viyan Sebrî got, ew daxwaz ji hikûmeta federalî dikin ku bi hemahengî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mafên darayî ji bo paşmaya mûçeyên dabîn bike.

Her wiha da zanîn, wan ew pêşniyar ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî gotûbêj kirine û piraniya fraksyonên din ên Kurdistanî ew pêşniyar îmze kirine.

Derbarê cûdahiya di navbera pêşniyara nû û ya berê ya de ku di Komîteya Darayî de deng li ser hatibû dayîn ew e ku dabînkirina mafên darayî ji bo paşmaya mûçeyên tenê li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe û dê bibe beşek ji pabendbûna Hikûmeta Federal.