Nêçîrvan Barzanî: Divê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji ber sedemên siyasî neyên paşxistin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pesendkirina budceya Iraqê peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de li ser pesendkirina budceya Iraqê ragihand, divê piştrastiyeke temam hebe ku mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji ber sedemên siyasî neyê paşxistin û piştguhxistin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Pêdivî ye yasaya bûdceyê bi awayekî dadperwerane were cîbicîkirin û pêgehê Herêma Kurdistanê weke qewareyekî siyasî ya destûrî û navçeyên nakokdar li ber çavan bê girtin û maf û berjewendiyên wan bêne parastin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em pêşwaziyê li pesendkirina bûdçeya sê salan a Iraqê dikin. Em hêvîdar in ku ji bo geşepêdana aborî, aramiya siyasî û çêkirina jîngeheke baş a veberhênanê, bibe nexşerêyek baş. Em destxweşiyê li wan hemû birêzan dikin ku bi dilsozî ji bo berjewendiyên welatiyan û wekheviya xelkê Iraqê kar kirine.”

Herwiha destnîşan kir: “Mixabin di dema gotûbêjên parlamentoyê da hinek parlamenteran bi awayekî nerast li hember mafên Herêma Kurdistanê û navçeyên nakokdar reftar kirin. Tiştê ku qewimî, ne li gorî prensîbên rêkeftina siyasî ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ye û ev rê û rêbaza xebatê, xizmeta proseya siyasî, rewş û paşeroja Iraqê nake.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Pêdivî ye yasaya bûdceyê bi awayekî dadperwerane were cîbicîkirin û pêgehê Herêma Kurdistanê weke qewareyekî siyasî ya destûrî û navçeyên nakokdar li ber çavan bê girtin û maf û berjewendiyên wan bêne parastin. Divê piştrastiyeke temam hebe ku mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji ber sedemên siyasî neyê paşxistin û piştguhxistin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Tiştê ku me di dema gengeşekirina bûdçeyê da dît, cihê dilgiraniyeke kûr bû û careke din wê rastiyê îspat dike ku parçebûna aliyên Kurdistanî dê zirarê bide Herêma Kurdistanê. Lê tevî vê jî, bi îradeya siyasî ya hevbeş û li berçavgirtina berjewendiya giştî, em dikarin vê derfetê ji bo bihêzkirina baweriya hevbeş, baştir rêkxistina karûbarên navxweyî, kêmkirina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan ji bo bihêztirkirina Iraq û Herêma Kurdistanê bi kar bînin.”