KCK band li hikumeta Sûriyê dike helwesta xwe ji êrîşên Tirkiyê eşkere bike

Dîmenek ji topbarana nexweşxaneya Til Rifetê
Dîmenek ji topbarana nexweşxaneya Til Rifetê

Navenda Nûçeyan (K24) – KCK`ê diyar kir ku dewleta Tirkiyê dixwaze Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dagîr bike û Kurdan qir bike û bang li dewleta Sûriyê kir ku helwesta xwe li hember van êrîşan nîşan bide.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK`ê derbarê êrişên vê dawiyê yên artêşa Tirkiyê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK'ê diyar kir ku hikûmeta nû ya li Tirkiyeyê hatiye avakirin, hikûmeteke tam a şerê taybet e ku ji bo qirkirina Kurdan hatiye avakirin.

Got jî: “Dewleta Tirkiyê a qirker û mêtinger, ji 7’ê Hezîrana sala 2023’yan ve bi çekên giran êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber van êrîşan, heta niha gelek sivîl û şervanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.”

KCK’ê da xuyakirin ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirkiyê ye.

KCKê got: “Em van êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku helwesta xwe li hember nîşan bidin.”

Her wiha KCKê bang li dewleta Sûriyê û hemû hêzên xwe li ba dewleta Sûriyê nîşan didin kir ku divê li dijî êrîşên Tirkiyê helwest nîşan bidin.