Rûsya: Zanyariyên me hene ku Amerîka li Sûriyê xwe bihêz dike

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand, zanyariyên Moskowê hene li ser wê yekê ku Amerîka hêzên xwe yên serbazî yên li bakurê rojhilatê Sûriyê bihêz dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand, zanyariyên Moskowê hene li ser wê yekê ku Amerîka hêzên xwe yên serbazî yên li bakurê rojhilatê Sûriyê bihêz dike.

Îro Pêncşemê, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ji televîzyona RT ya Rûsî re ragihand, dezgehên îstixbaratê yên Amerîkayê karkirina ligel tudrewan li Sûriyê ji bo kiryarên terorîstî didomînin.

Alexander Lavrentiev dibêje: “Sûriye û Tirkiye û Îran li hev kirine li ser nexşerêyekê ku ji aliyê Moskowê ve hatiye amadekirin ji bo asayîkirina pêwendiyên navbera Şam û Enqerê.”

Herwiha diyar kir: “Hemû aliyan bi awayekî giştî li hev kirine li ser danîna nexşerêya ji bo pêşvebirina proseya asayîkirinê, herwiha nêrîn û pêşniyarên xwe nîşan dan û niha divê hevahengî were kirin ji bo cîbicîkirina vê nexşeyê.”

Alexander Lavrentiev eşkere kir: “Ev prose demeke dirêj dixwaze û tiştê herî girîng ew e ku proseya asayîkirinê ber bi pêşve biçe.”