Brîtanya dixwaze ji bo rêgirtina li koçberan rêkeftinekê bi Îtalyayê re bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya The Telegraph a Brîtanî ragihandiye, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak dixwaze rêkeftineke hevbeş bi Îtalyayê re encam bidin ji bo rawestandina hatina koçberan di ser Deryaya Spî re û şandina wan bo bakurê Efrîqayê.
Li gor nûçeya The Telegraph, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak di naverasta meha Hezîranê de Sekreterê Encûmena Wezîran û Berpirsê Xizmetguzariyên Şaristaniyê şandiye Îtalyayê, da ku du rojan ligel rayedarên bilind ên hikûmeta Îtalyayê civîn encam bidin ji bo xebata li ser rêkeftinê.
Jêderekî hikûmetê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re piştrast kiriye ku ev dosye li Îtalyayê ye, lê belê ti hûrgilî derbarê vê mijarê de nedaye.
Rojnameya The Telegraph ji zarê jêderekî hikûmetê ragihandiye, "eger em bixwazin ku di vê mijara koçberên neyasayî de bi ser bikevin, divê em ji çavkaniya vê mijarê dest pê bikin".