Mesrûr Barzanî xaniyek pêşkêşî xwendekara yekem Henar Taha kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd, bi nûneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana mala Henar Taha xwendekara yekem a beşa wêjeyê li Herêma Kurdistanê kir û kilîta wê mala ku ji aliyê serokwezîr ve jê re hatibû dayîn, dan wê.

Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd li Çemçemalê di konferanseke rojnamevanî de got: “Îro bi nûneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî me serdana mala Henar Taha xwendekara yekem a beşa wêjeyê kir, ku Serokwezîr duhî malekê pêşkêşî malbata wê kir.”

Got jî: “Peyama Serokwezîr ew e ku divê kesên xwedî îrade û armanc bên piştgirîkirin, lewma jî peyama serokwezîr ji bo Hanarê ne tenê ji aliyê madî, lê ji aliyê manewî ve jî.”

Alan Heme Seîd amaje bi wê kir ku Hanar girêbesta xaniyê ku ji aliyê Serokwezîr ve hatiye pêşkêşkirin îmze kir û got: “Em ji bo piştgiriya îradeya Hanar û dayika wê hatine, lê îro îradeya Serokwezîr bi me re ye ku em piştgiriyê bidin wan, ev jî ji bo hemû kesên ku dixwazin bigihin armancên xwe peyamek e.”

Ji aliyê xwe ve Henar Taha got: “Ez spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikim ku xaniyek û 50 hezar dolar dan me.”