Rûsya û Ukraynayê dîlên xwe pevguhertin

Di encama pevguhertina dîlan a navbera Rûsya û Ukraynayê de, 47 serbazên dîl ên Ukraynî û 45 serbazên dîl ên Rûsî hatin azadkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama pevguhertina dîlan a navbera Rûsya û Ukraynayê de, 47 serbazên dîl ên Ukraynî û 45 serbazên dîl ên Rûsî hatin azadkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, di navbera welatê wî û Ukraynayê de proseya pevguhertina dîlan hatiye encamdan.

Di daxuyaniyê de hatiye, 45 serbazên Rûsî ku li Ukraynayê dîl bûn, vegeriyane mala xwe û alîkariya bijîşkî û derûnî ya pêwîst ji bo wan serbazan tê desteberkirin.

Serokê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, serkeftî bûne di rizgarkirina 45 serbaz û du welatiyên sivîl ku li cem Rûsan dîl bûn.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.