PDK û YNKê li ser pirsa hilbijartinan dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî (YNK) sibe li ser mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan dicivin.

Li gorî zanyariyan, biryar e sibe (09.07.2023) şandeke Polîtburoya YNKê serdana Polîtburoya PDKê bike û li ser pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan gotûbêjan bikin.

Roja 16ê Gulanê PDK û YNKê li bajarê Silêmaniyê civiyan û di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, “Piştî destpêşxeriya cenabê kak Mesûd Barzanî ku roja 11.05.2023an di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de pêşkêş kir, herdu polîtboruyên YNK û PDKê li bajarê Silêmaniyê civiyan û li ser wê yekê rêkeftin ku ligel aliyên din gavên pratîkî bavêjin.”

Piştre roja 26.06.2023an li baregeha Polîtboruya YNKê li Hewlêrê civînek di navbera herdu aliyan hat lidarxistin û biryar e sibe jî her alî li Baregeha Polîturoya PDKê li Hewlêrê bicivin.