Alosî: Dibe ku Amerîka sizayên aborî û darayî li ser Iraqê bisepîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetiyekî siyasî yê Îraqî dûr nabîne ku Amerîka sizayên aborî û darayî li ser Iraqê bisepîne, ji ber rêkeftina aborî ya di navbera Bexda û Tehranê de.

Kesayetiyê siyasî û parlamenterê berê yê Iraqê Mîsal El Elûsî îro 12ê Tîrmeha 2023an ji “Şefeq News” re ragihand, rêkeftina di navbera Bexda û Tehranê de ji bo pevguhertina gaza Îranê bi petrola xav a Iraqê, dibe ku cureyekî ji binpêkirina cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê be.

Wî got: “Ji ber vetoya Amerîkayê, divê hikûmeta Iraqê bi hişyarî danûstandinê bi Îranê re bike. Binpêkirina vê vetoyê, tê wateya binpêkirina dorpêçên aborî yên Washingtonê yên li dijî Tehranê ye.”

Got jî: “Ev gerîna hikûmeta Iraqê li dora dorpêçên Washingtonê yên li dijî Îranê, dibe sedem ku Amerîka hin cezayên aborî û darayî li ser Iraqê bisepîne.” Her wiha bi pêwîstî zanî jî ku “divê berjewendiyên Iraq û Iraqiyan li pêşiya berjewendiyên Îranê bên danîn.”

Ev daxuyaniya Mîsal Alosî piştî wê tê, Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmetên Iraq û Îranê rêkeftinek îmze kirine ji bo pevguhertina gaza Îranê bi petrola xav a reş a Iraqê.

Ofîsa ragihandinê ya serokwezîr di daxuyaniyê de ragihand, ev rêkeftin di çarçoveya hewlên hikûmeta Iraqê de tê, ji bo çareserkirina kirîza dabînkirina gazê ji bo santralên elektrîkê li welat e.