Dîndar Zêbarî: Li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber baweriyên xwe yên siyasî nehatiye girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ragihand, li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber baweriyên xwe yên siyasî nehatiye girtin û azadî bi giştî li Herêma Kurdistanê gelek pêşketî ye.

Dîndar Zêbarî di daxuyaniyekê de ji “Dengê Amerîka” re got: “Li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber baweriyên xwe yên siyasî nehatine girtin. Di dema Kabîneya Nehem de pêşketineke mezin di warê azadiyan de çêbûye û ti rojnamevanek jî ji ber karê rojnamevaniyê nehatiye girtin.”

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî tekez kir, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hemû pêşniyar û rasperdeyên civaka navdewletî kar kiriye.

Dîndar Zêbarî destnîşan kir jî: Di dema Kabîneya Nehem a bi serokatiya Mesrûr Barzanî de, destxweşiyên baş ên navdewletî jê re hatine.

Got jî: “Yasaya rojnamevaniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji baştirîn yasayan e, lê derketina medyaya dîjîtal û nebûna yasayek taybet di vî warî de, pirsgirêk ji hikûmetê re çêkiriye.”

Dîndar Zêbarî got: “Hejmara rojnamevanên Herêma Kurdistanê li gorî niştecihên Herêmê xuya ye û dibe ku li welatên din tune be. Nêzîkî 8 hezar rojnamevan hene ku nêzîkî 7 hezar ji wan di nav sendîkayê de tomarkirî ne. Pirsgirêka sereke bo hikûmetê ew e ku li Herêmê kî rojnamevan e, ji ber ku di dema xwepêşandanan de pirsgirêkan dirust dikin ji ber ku nasnameya wan a rojnamegeriyê nîn in.”