Nêçîrvan Barzanî: Divê piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî û Fransayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu konferanseke rojnamevaniyê pêk anîn û tê de Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kir, hevkarî û piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî û Fransayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa rojnamevaniyê de ragihand, serdana Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê peyameke girîng a berdewamî û girîgiya dotaniya Fransayê ye ligel Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Civîna me baş bû, me behsa şerê li dijî DAIŞê û rûbirûbûna teror û rundrewiyê kir, em herdu alî hevnêrîn bûn ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gef e li ser asayîş û seqamgîriya Iraq û navçeyê.”

Herwiha tekez kir ku divê hevkarî û piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî û Fransayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Me spasiya Fransayê kir ji bo piştgirî û dostaniyê, gelê Kurdistanê ti dem hevkarî û piştevaniya Fransayê jibîr nake.

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir, pêşwazî li rêkeftina navbera Iraq û Fransayê dikin û got, hevnêrîn bûne li ser wê yekê ku rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û piştevaniya vegera Êzidiyan bo Şingalê dikin.

Îro Çarşemê 19ê Tîrmeha 2023an, Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve gihişte Herêma Kurdistanê û piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî konferanseke hevbeş a rojnamevaniyê encam dan.