Li Bakur bihayê sotemeniyê bandorê li karê veguhestinê dike

Bihabûna berdewam a sotemeniyê bandora xwe li hemû qadên jiyanê dike ku li Diyarbekirê kesên bi salan e karê veguhestina kelûpelan dikin dibêjin êdî ji ber bihayê sotemeniyê ti dahatek berketî ji wan re namîne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Bihabûna berdewam a sotemeniyê bandora xwe li hemû qadên jiyanê dike ku li Diyarbekirê kesên bi salan e karê veguhestina kelûpelan dikin dibêjin êdî ji ber bihayê sotemeniyê ti dahatek berketî ji wan re namîne û ji ber wê difikirin ku vegerin hemaliyê, yên karê kişokê dikin jî dibêjin li ber tava dijwar bi keda destan gelek zehmet e mirov debara xwe bike.

Deriyê Rihayê yê li Diyarbekirê di nav bircên navûdeng de ye, 30 sal in rawêstgeha wesaîtên karê veguhastina kelûpelan dikine. Kesên ku bi salan e li vê derê ajokariya wesaîtên veguhestina kelûpelan dikin jî ji bihabûna sotemeniyê bi gilî ne ku bi zamên dawîn lîtreya benzînê bû 35.33 lîre û lîtreya mazotê jî bû 33.58 lîre.

Ajokar didin zanîn ji ber ku lêçûnek zêde li sotemeniyê diçe di destê wan de dahatek berketî namîne ku piraniya ajokarên berê karê kişokê dikirin dibêjin wisa bidome ewê vegerin karê kişokê û bi keda deste xwe bixebitin.

Ajokar Zekî Kaya ji K24ê re diyar kir: “Doh min barek bir 2000 lîre, 1600 lîre li sotemeniyê çû,  400 lîre ma ji min re û ji wî 400î jî niha 60 lîre ma ye ser min. Berê 400 diçû sotemeniyê 1600 ji min re dima. Ezê vegerim karê hemaliyê, hemalî ji vî karî çêtir e.”

Abdullah Anar ku ew jî ajokariyê dike, dibêje: “25 sal in vî karî dikim, min berê kişok bi kar dianî, wisa bidome ezê vegerim karê kişokê ku niha saet 12.00 ye hîn min karek nekiriye ku berê rojane 4 kar dihatin, em ji kar aciz dibûn.”

Li aliyekî beşek ji ajokarên wesaîtên veguhestina kelûpelan dikin dibêjin ewê ji neçarî vegerin karê kişokê hene, li aliyekî jî kesên ku bi kare kişokê bin tava dijwar de bi salane dişixulin hene ku ew jî dibêjin dahat wan têra debara wan nake, karê wan zehmet e û ji neçarî vî karî dikin û ji bihabûna bazarê bi gilî ne.

Karkerê kişokê Recep Taşkiran dibêje: “32 sal in vî karî dikim ku dahatek berketî nakeve destê min. Zehmet e, havînê bin tavê, zivistanê bin berfê de ez dişixulim.”

Mîkaîl Demîr jî dibêje: “Ti dahetek nakeve destê min, dahata tê jî di rojekê de xilas dibe û di destê min de tiştek namîne.”

Li aliyekî dema veguhestina bi keda destan tê kirin tendirustiyê têk dibe, li aliyekî jî dema bi wesaîtên bi sotemeniyê dişixulin tê kirin jî têra debarê nake ku dubendiyek wisa zehmet derketiye holê.