Hikûmeta Iraqê gefa qutkirina têkiliyên dîplomatîk bi Swêdê re dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê hişyarî da hikûmeta Swêdê ku eger di bin navê azadiya derbirînê de careke din destûrê bide “çapeke Qurana pîroz” li ser xaka wê were şewitandin, ew ê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi wî welatî re qut bikin. Herwiha serdegirtina Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê şermezar kir û ew bi “binpêkirina ewlehiyê” binav kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Pêncşemê bi Wezîrên Navxwe û Derve, Serokê Ajansa Asayişa Neteweyî, Serokerkanê Artêşa Iraqê û çend rayedarên leşkerî û ewlehiyê re civîneke awarte li dar xist û li ser şewitandina Qurana pîroz li Swêdê gotûbêj kir.

Di civînê de şewitandina Balyozxaneya Swêdê li Bexdayê hate şermezarkirin û ev yek weke binpêkirineke ewlekarî hate nirxandin ku divê demildest ev rewş bê çareserkirin.

Di civîna awarte de biryar hat dayîn, berpirsên şewtandina balyozxaneyê yên hatine desteserkirin bo dezgeha dadwerî bên şandin û berpirsên ewlehiyê yên xemsarî kirine jî bo lêkolînê bên şandin û tedbîrên yasayî li dijî wan bên standin.

Herwiha hikûmeta Îraqê pabendbûna xwe bi ewlekarî û parastina hemû nûneratiyên dîplomatîk û rûbirûbûna her êrîşekê ku wan bike armanc, dubare kir.

Hukûmeta Iraqê piştrast kir jî, wan duh bi rêyên dîplomatîk, hikûmeta Swêdê agehdar kir ku eger bi behaneya azadiya derbirînê destûrê bide bûyera şewitandina Qur'ana pîroz li ser axa wê dubare bibe û, dê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Swêdê re qut bike.

Di civînê de tekezî li wê hate kirin ku kiryarên bi vî rengî li dijî peyman û pîvanên navdewletî ne, metirsiyek li ser aştiyê ye û çanda tundûtûjî û nefretê derdixe pêş.