Li Duhokê saylo û kargeha ard tên temamkirin

Li Duhokê saylo û kargeha ard a bi qasî 20 milyon Dolar, li ser rûberê 21 hezar metre tên temamkirin.

Hewlêr (K24) – Li Duhokê saylo û kargeha ard ên bi qasî 20 milyon Dolar, li ser rûberê 21 hezar metre tên temamkirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, dabînkirin û bihêzkirina asayîşa xurekê, yek ji armancên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo vê mebestê karkirina di projeyên stratejîk de berdewam in û di vê çarçoveyê de jî projeya saylo û kargeha ard li Duhokê, bi lêçûna 20 milyon Dolar di temambûnê de ye.

Li ser vê mijarê, Rêveberê Projeyê Endezyar Araz Cemal dibêje: “Ev proje %93 karên wê temam bûne û di dema karkirina di vê projeyê de zêdetirî 120 derfetên kar hatine pêkanîn, bi temambûnê jî, 100 derfetên kar berdewam ji bo destê kar ê navxweyî têne pêkanîn.”

Endezyar Araz Cemal diyar kiriye: “Rûberê vê projeyê zêdetirî 21 hezar metre ye, ku ji 12 saylo û kargeheke ard pêk hatiye ku dikarin salane 150 hezar ton genim werbigrin û kargeh jî dikare 150 hezar ton ard berhem bîne.”

Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kiriye, ev proje dibe beşeke girîng a parastina asayîş û xurekê li parêzgeha Duhokê û ji bilî wergirtina genimê cotkarên navçeyê, derfetên kar ên berdewam jî ji bo welatiyan pêk tîne.