Kurdistan24 dema pêşniyarkirî ya ji bo hilbijartinan eşkere dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî re pêşniyar kiriye ku roja 25ê Sibata 2024an hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan.

Hewlêr (K24) – Kurdistan24 dema pêşniyarkirî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere dike.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî re pêşniyar kiriye ku roja 25ê Sibata 2024an hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan.

Her wiha biryar e ku şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê sibe serdana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bike û vê demê bixe ber wan.

Pêştir Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihadibû, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi mebesta wergirtina fikr û ramanan ji bo destnîşankirina roja nû ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, îro çarşemê 26ê Tîrmeha 2023an, şandeke bilind li Serokatiya Herêma Kurdistanê, bernameya rêze serdanên xwe ji bo partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dest pê kirine ku tê de fikr û ramanên partî û aliyan ji bo diyarkirina dema nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wergirtine.