Helîkopterek li Rûsyayê kete xwarê: 6 mirî, 7 birîndar
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor ajansên nûçeyan ên Rûsyayê, ji ber ketina xwarê ya helîkopterek li komara Altay a li Sîbîryayê, herî kêm şeş kesan canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.
Jêderekî bijîşkî ajansa nûçeyan a TASS a Rûsî re ragihandiye, helîkopterek li komara Altay a li Sîbîryayê kete xwarê, ku 13 kes di nav helîkopterê de bûn, 6 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyeke Wezareta Rewşa Hawarçûnê ya Rûsyayê de hatiye ragihandin, helîkoptereke cûreya Mi-8, di dema amadekariya ji bo daketinê de li kabloyên elektrîkê ketiye û agir pê ketiye.