Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur kir, di civîna navbera her du aliyan de pêşhateyên herî dawî yên şerê dijî teror û têkoşîna li dijî DAIŞê hat gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur kir, di civîna navbera her du aliyan de pêşhateyên herî dawî yên şerê dijî teror û têkoşîna li dijî DAIŞê hat gotûbêjkirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur kir, her wiha di civînê de ronahî xistine ser bernameya serdana Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê bo hêzên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, her wiha pêşhateyên herî dawî yên şerê dijî terorê û têkoşîna li dijî DAIŞê gotûbêj kirine.

Hat diyarkirin, her du alî hevnêrîn bûne li ser pêwîstiya berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û dilniyabûna ji nehiştina yekcarî ya DAIŞê ku hîn jî metirsî û gefeke cidî ye li ser asayîş û seqamgîriya navçeyê.

Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo beşdarî û rola Estonya û hêzên serbazî yên li Herêma Kurdistanê û di erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de nîşan daye û tekezî li girîngiya berdewamiya hevkarî û hevahengiya hevbeş li ser vê mijarê kiriye, her wiha rewşa Iraqê û navçeyê bi giştî û çend mijarên din beşeke din a civînê bûne.

Îro piştî nîvro, Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur gihişte Hewlêrê li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur dê ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive û şerê DAIŞê û piştevaniyên ji bo hêzên Pêşmerge mijara sereke ya gotûbêjên wan dibe.

Leşkerên Estonyayê beşek in ji wan çar hezar leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ku binkeyeke wan li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatiye cîgirkirin.

Estonya ji sala 2004an ve endamê hevpeymaniya NATOyê ye, herwiha ji wan 83 welatan e ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk anîne.