Li Gurcistanê 16 kesan di erdhejekê de canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Gurcistanê ragihandin, ji ber erdheja ku li bakurê rojavayê Gurcistanê rû daye, 16 kesan canê xwe jidest dan.
Erdhej li devera Raşa rû da û li gorî rayedarên Gurcistanê herî kêm 16 kes mirin, bi dehan jî winda ne.
Nêzîkî 200 kesan ji herêmê hatine derxistin; ji bo parastina wan ji bandorên hilweşînê.
Erdhejnas Merab Gabrinda Chiveli got: “Ev cara yekem e ku erdhejek bi vê mezinahîyê li herêmê diqewime. Ev bûyera xwezayî ya herî wêranker e li bakurê rojavayê Gurcistanê ji erdheja wêranker a sala 1991an vir ve.”