Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 06.08.2023 pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê Madan Gopal kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûna Konsulê nû yê Hindistanê, pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hemû piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo konsulê nû nîşan da, ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên di navbera Hindistan û Herêma Kurdistanê de.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê spasiya hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Konsulxaneya Giştî ya Hindistanê kir û xwasteka xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî dubare kir.