Li Erminstanê beşdariya zarokeke Kurd a Êzidî di pêşbirka wênesaziyê de hat qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Zaroka Kurd a Êzidî ya ji Ermenîstanê Sofya Muradova, xwest beşdarî pêşbirka wêneyan li wî welatî bibe, lê tenê ji ber ku ew ne Ermenî ye serlêdana wê hat redkirin.

Parlamenterê Kurd ê Êzidî li Parlamentoya Ermenîstanê Rustam Bakoyan duhî 9ê Tebaxê di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê fermî yê “Facebook” got. “Bûyera wênesaza biçûk a Êzidî Sofya Muradova ku xwest beşdarî pêşbirka wêneyan bibe, lê ji ber ku ne Ermenî bû hat redkirin.”

Redkirina beşdariya vê zaroka Êzidî, wek Rustem Bakoyan dibêje, “dibe ku nîşanek be ku hîna jî li Ermenîstanê li dijî mafên kêmîneyên netewî cudakarîyek eşkere heye” û ew vê kiryarê bi tundî şermezar dike.

Parlamenterê Êzidî diyar kir, wî şarezayên pêwendîdar raspardine ta ku lêkolînê li ser vê rewşê bikin.