Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê kir bi boneya bidawîbûna erkê wî.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê kir bi boneya bidawîbûna erkê wî.

Îro Pêncşemê 10ê Tebaxa 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks kir, ku bi mebesta xatirxwestinê û bi boneya bidawîbûna erkê xwe serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî balkişandina ser girîngiya pêwendiyên dostane û dîrokî û bi taybetî di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, spasiya Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir ji bo karkirin û hewlên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî û hêviya serkeftinê di erkê wî yê dahatû de jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê spas û pêzanînên xwe ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nîşan da, ku di dema erkê wî de piştevanê wî bûne û hevahengiyên wan ên baş û bihêz ligel Konsulxaneya Amerîkayê hene.

0
0
0
0