Efserekî Fransayê li Iraqê canê xwe ji dest da

Hewlêr (K24) – Efserekî serbazî yê Fransayê di bûyereke trafîkê de li Iraqê canê xwe ji dest da û serbazekî din jî birîndar e. Emmanuel Macron jî piştevaniya welatê xwe ji bo gel û desthilatdarên Iraqê dubare dike.
Êvara roja Înê 18ê Tebaxa 2023an, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand: “Serbazekî Fransî li Iraqê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da, dema bi erkê xwe yê rahênankirina hêzên çekdar ên Iraqê ve mijûl bû.”
Li ser vê mijarê, Wezareta Hêzên Çekdar ên Fransayê di daxuyaniyekê de eşkere kir, navê efser Baptiste Gauchot e û dema otomobîla wî ji rê derketiye, bi giranî birîndar bûye. Herwiha diyar kiriye ku li nexweşxaneya Hewlêrê neştergerî ji bo wî hatiye kirin, lê belê ji ber giraniya birîna xwe, canê xwe ji dest daye.
Koşka Serokatiya Fransayê (Elysee) di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Fransayê Emmanuel Macron "bi diltengiyeke mezin ve agahiya canjidestdana efser Baptiste Gauchot yê ji Fewca 19 ya Endezyaran a li Iraqê bihîst".
Li gor daxuyaniya Wezareta Hêzên Çekdar ên Fransayê, her di wê bûyerê de efserekî din ê serbazî yê Fransauê bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneya serbazî ya Bexdayê tê tedawîkirin.