Rêxistina Navdewletî ya Êzdiyan a Dijî Jenosîdê bang li hikûmeta Iraqê dike azadiya olî biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Navdewletî ya Êzdiyan a Dijî Jenosîdê (IYGM) bang li hikûmeta Iraqê kir ku di Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Tundûtûjiya li Ser Bingeha Ol û Ramanê de, azadiya olî biparêze.
Di daxuyaniyekê de Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Tundûtûjiya li Ser Bingeha Ol û Ramanê, Rêxistina Navdewletî ya Êzdiyan a Dijî Jenosîdê (IYGM) daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku giringiyê bi azadiya olî bide, biparêze û guh bide daxwazên malbatên wan.
Rêxistina Navdewletî ya Êzdiyan a li dijî Jenosîdê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike ku malbatên qurbaniyan qerebû bike û lêpirsînê bi tawanbarên tundûtûjiyê li ser bingeha ol û ramanê bike.
Tekez dike jî: “Azadiya ol û baweriyan, mafekî mirovî ye, nemaze ku îsal 42 sal di daxuyaniya Netewên Yekgirtî ya nehîştina her cure tundûtûjî û cudakariya li ser bingehên olî û baweriyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê, em di wê baweriyê de ne ku divê em li dijî her cure nîjadperestî û stemkirina ol û baweriyê bisekinin.”