Serok Barzanî ji bo bîranîna Enfala Badînanê: Dijmin û tawanbaran baca tawanên xwe dan

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî di peyameke xwe de diyar kir: “35 sal berê rejîma berê ya Iraqê di qonaxa herî dawî ya proseya Enfalê de piştî bombebaran û kîmyabarankirina piraniya mezin a devera Badînanê, xelkê wan navçe û pêkhateyên rûbirûyî girtin û windakirin û raguhestinê kirin.”
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: “gelê Kurdistanê xwedî îrade û dozeke rewa bû û ti car li hember wan tawan û sitemkariyên dijminan xwe neda dest.”
Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera 35 saliya Enfala Badînanê:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Di dirêjahiya wan rêzetawan û karesatên di sedsala borî de li dijî Kurdên Feylî û ewladên gelê me yên li Barzan û Germiyan û Helebce û cihên din hatin encamdan, sî û pênc sal berê rejîma berê ya Iraqê di qonaxa herî dawî ya proseya Enfalê de piştî bombebaran û kîmyabarankirina piraniya mezin a devera Badînanê, xelkê wan navçe û pêkhateyên rûbirûyî girtin û windakirin û raguhestinê kirin.
Hikûmeta wê demê ya Iraqê li ber çavê cîhanê bi sed hezaran serbaz û çekên bizdandinê li dijî nişteciyên bêtawan ên Badînanê bi kar anîn. Armanca wê kiryarê şikanduna îradeya şoreşgeriya Badînanê bû, lê belê gelê Kurdistanê xwedî îrade û dozeke rewa bû û ti car li hember wan tawan û sitemkariyên dijminan xwe neda dest. Wan dijmin û tawanbaran bûn ku baca xeletî û tawanên xwe dan. Ev derseke mezin e ji bo ewladên gelê me û him jî ji bo neyar û nehezên gelê Kurdistanê.
Di salvegera Enfala Badînanê de em silavan ji bo giyanê pak ê şehîdan û enfalkiriyan dişînin û tekezî li wê yekê dikin ku divê dewleta Iraqê jenosîd û wan tawan û zilman qerebû bike ku derheqê miletê me de hatine kirin.
Mesûd Barzanî
25ê Tebaxa 2023an