Çîroka şampiyonekî boksê: Di nava 5 salan de jiyana wî guherî

Alî Turkan di nav 5 salan de berê jiyana xwe ya di nav xetereyan de diguherîne. Turkan jiyana xwe ya beriya 5 salan ku bi fêrbûnên xirab ber bi xeteriyan ve diçû, diguherîne û dest bi werzişê dike.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Alî Turkan di nav 5 salan de berê jiyana xwe ya di nav xetereyan de diguherîne. Turkan jiyana xwe ya beriya 5 salan ku bi fêrbûnên xirab ber bi xeteriyan ve diçû, diguherîne  û dest bi werzişê dike. Alî Turkan niha şampiyenekî werzişa boksê ye û xwedî kembera zêrîn e.

Alî Turkan ku bavê 3 zarokan e û debara xwe û malbata xwe bi karê avahîsaziyê dike, niha şampiyonekî boksê ye û xwediyê Kembera Zêrîn e. Alî Turkan heta berî 5 salan, madeyên hişbir û alkol bi kar dianîn û cixare dikşandin, lê piştî ku ji lingên xwe nexweş dikeve û dibîne rewşa wî her diçe xirab dibe; dest ji hemû kurmên xwe yên xirab berdide û dest bi werzişê dike.

Turkan radigihîne ku wî ji ber nezaniyê gelek zirarên mezin dane jiyana xwe, lê niha bi werzişê hem saxlemiya wî baş e û hem jî kariye xwe bigihîne asta ku di werzişa boksê de bibe xwediyê kembera zêrîn. Alî Turkan dibêje ku ewê werzişê her berdewam bike û ji bo ku zarokên wî jî şiyanên xwe yên baş bipêş bixin, dê hemû hewlên xwe bide.

Şampiyonê Boksê Alî Turkan ji K24ê re diyar kir: “Berî 5 salan çoka min werimî, mor û sor bû, hat wê astê ku êdî jê dikirin. Ez li xwe mikûr bûm û xanima min jî gelek alîkariya min kir. Bi piştgiriya wê jî min di carekî de dest ji her tiştekî berda. Min cixare dikişandin dev jê berda, min madeyên hişbir bi kar dianîn dev jê berda û şeva ku min alkol venexwariba xewa min nedihat min ew jî berda. Bi xêra xanima xwe min dest ji hemûyan berda û min dest bi boksê kir. Piştî werzişê çoka min jî baş bû.”

Kesên ku Alî Turkan nas dikin jî balê dikişînin ku wî bi hewldanên xwe berê jiyana xwe ber bi serkeftin û serfiraziyan ve guhartiye û divê hemû sazî û kes jî piştgiriya kêsên wiha bikin.

Serokê Jûra Avahîsazên Diyarbekirê Asim Asena ji K24ê re diyar kir: “Divê em lê xwedî derbikevin. Îro bidestveanîna şampiyoniyekî û têkbirina şampiyonekî hêsan nîne û her kes nikare bike. Ez ji dil û can wî pîroz dikim, bi serkeftina wî gelek kêfxweş im, ji ber ku hem Kurd e û hem jî ji Amedê ye.”

Xwediyê Salona Werzişê Ozel Kaya diyar kir: “Kembera zêr wergirt, em pê gelek kêfxweş bûn. Ji salona me ya sporê jî şampiyonek derketiye û ev ciyê pirozî û pîrozbahiyê ye. Înşelah ji nav Kurdan, di hemû sporan de kesên serfkeftî dê derbikevin.”

Alî Turkan wek şampiyonekî ango pahlewanekî dibêje ku gelek kes û ciwanên xwedî şiyan li Kurdistanê ku hêj bi wan şiyanên xwe nahesin, ber bi kurmên xirab dikevin û xerc dibin. Ew dipirse çima em nakin, çima em nekin? Min dest pê kir û bûm pahlewan û hemû ciwanên me xwedî şiyan in û dikarin bi wan şiyanên xwe bibin pahlewanên cuda.