Hişkesalî bûye gef li ser cihên geştyariyê yên Iraqê

Pêla hişkesaliya bihêz gefa jêbirina yek ji mezintirîn cihên geştyariyê yên Iraqê dixwe û gola çêkirî ya Hebaniye rûbirûyî jinavçûnê bûye û heta niha %80ê avê ziwa bûye.

Hewlêr (K24) – Pêla hişkesaliya bihêz gefa jêbirina yek ji mezintirîn cihên geştyariyê yên Iraqê dixwe û gola çêkirî ya Hebaniye rûbirûyî jinavçûnê bûye û heta niha %80ê avê ziwa bûye.

Xelkê derdora gola çêkirî ya Hebaniye û geştyar dibêjin, eger rewş wisa berdewam bibe û desthilatdarên Iraqê jî hewldanên xwe ji bo dîtina çareseriya ligel aliyê Tirkiyê nekin, tê pêşbînîkirin çîroka golên Iraqê bibin beşek ji rûpelên dîrokê.

Berpirsê Ragihandinê yê Gola Hebaniye Suda' Zêd li ser vê mijarê got, piştî ku yek ji mezintirîn golên çêkirî yên geştyar li ser asta navçeyê têne polênkirin, niha Hebaniye li qeraxa jinavçûnê ye û eger rewş wisa berdewam bibe, dibe ku bibe beşek ji rabirdû.