Myles Caggins: Liv û tevgerên nû yên Amerîkayê li navçeyê tenê guhertina cihên hêzan bûn

Hewlêr (K24) – Çend roj in hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dest bi çend liv û tevgeran kirine, Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, ev liv û tevger asayî ne û tenê guhertina cihên hêzan e.
Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins li ser liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê û Kampa Holê, ji Kurdistan24ê re ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji bo gefên DAIŞê nemîne dixebite, bi taybetî li Kampa Holê, herwiha got, nina 50 hezar endamên DAIŞê di nav kampan de desteserkirî ne.
Myles Caggins destnîşan kir, çend sedem hene li ser dubare serîhildana DAIŞê, bi taybetî li wan cihên ku ew di destpêkê de derketin, sedema sereke jî niha hebûna nakokî û pevçûna aliyên nakok, ji wan jî hebûna Heşda Şe'bî û hêzên din ên cuda cuda, bi taybetî li Şingalê û hebûna artêşa Iraqê li navçeyê û Pêşmerge jî li derve, hejarî û tunebûnê li navçeyê, sedemeke din e li hember dubare serîhildana çalakiyên DAIŞê li navçeyê.
Li ser liv û tevgerên nû yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê, Myles Caggins eşkere kir, ev mijar bi cîgirkirina hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê ve girêdayî ye, di demekê de ku ji bo guhertina cihên hêzan, pêwîstî bi hêzên zêdetir heye ji bo parastina asayîşa wan hêzên ku cihên wan têne guhertin.
Myles Caggins diyar kir, Amerîka di proseya yekkirina hêzên Pêşmerge de piştevaniya Herêma Kurdistanê dike, lê belê niha hinek grûpên siyasî hene ku naxwazin ev yekbûn rûbide, herwiha got, yekbûna Pêşmerge ji bo bihêzbûna Herêma Kurdistanê girîng e û divê partiyên siyasî berjewendiya yekbûna hêzên Pêşmerge li ser berjewendiyên partiyan bibînin.