Serokwezîr Mesrûr Barzanî nêzî 20 milyar dînar bo navçeya Sêmêlê terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend projeyên xizmetguzariyê bi buhayê zêdetirî 18 milyar dînar li navçeya Sêmêlê dê bên cîbicîkirin. Parêzgarê Duhokê jî dibêje, ew pere ji aliyê Serokwezîr ve hatiye terxankirin û dê bi awayekî dadperwerane li ser hemû navçeyê û di hemû waran were dabeşkirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar îro 27ê Tebaxê ragihand, li ser pêşniyara Serokwezîr Mesrûr Barzanî 18 milyar û 580 milyon dînar bo navçeya Sêmêlê hatiye terxankirin. Herwiha got, ew ê hewl bidin ku pereyan bi awayekî dadperwerane bi serr hemû navçe û gundên wê nahiyê belav bikin.

Parêzgarê Duhokê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî kir ji bo terxankirina wê bire pereyan. Got jî, tê plankirin ku çendîn projeyên cuda li navçeyê bêne cîbicîkirin û dê hemû waran li xwe bigire

Elî Teter diyar kir ku xizmetên bajêr di warên kolan, rê, av, ceyran, baxçe û gelek xizmetên di warên din dibin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 14.08.2023an serdana parêzgeha Dihokê kiribû û ji nêzîk ve guhdariya daxwazên xelkê çend taxên bajarê Dihokê kiribû.