Li parêzgeha Selahedîn çend pêgehên DAIŞê hatin jinavbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend pêgehên rêxistina DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn hatin jinavbirin û hejmarek çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand, firokeyên F-16 yên Iraqê, mefrezeyeke çekdarên DAIŞê li navçeya Eys a ser bi parêzgeha Selahedîn kire armanc.
Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de hatiye diyarkirin, hêzên asmanî karîne bi rêya firokeyên F-16an ve mefrezeyeke çekdarên DAIŞê li navçeya Eys a ser bi parêzgeha Selahedîn bikin armanc û di encamê de sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Herwiha hatiye eşkerekirin, her di çarçoveya wê operasyonê de çar veşargeh û hejmarek tunel û pêgehên din ên DAIŞê yên li navçeyê hatine jinavbirin.
Hat diyarkirin ku ew deverên ku operasyon lê hatiye encamdan, ji aliyê erdnîgariyê ve dijwar e û hêzên ewlehiyê jî ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê li wan navçeyan hewldanên xwe didomînin.