Serok Barzanî sersaxî li malbata helbestvan Kerîm Iraqî kir

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya helbestvan Kerîm Iraqî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û hevalên wî yên hunermend kir.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî ji ber koça dawî ya helbestvan Kerîm Iraqî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û hevalên wî yên hunermend kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em sersaxiyê li malbata wî û helbestvan û hevalên wî yên hunermend dikin. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya helbestvanê mezin Kerîm Iraqî bihîst, ku mora xwe ya diyar di warê edeb û hunerê de hiştiye û bi rêya berhemên xwe, xizmeta doza gel û welat kiriye.

Em sersaxiyê li malbata wî û helbestvan û hevalên wî yên hunermend dikin. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem wî)

1ê Îlona 2023an