Sûdanî komîteyekê ji bo lêkolînkirina sedemên şehîdbûn û birîndarbûna xwepêşanderên Kerkûkê pêk tîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê biryar da, komîteyek ji bo lêkolînkirina sedemên şehîdbûn û birîndarbûna xwepêşanderên Kerkûkê bê pêkanîn.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî biryar da ku komîteyek ji bo lêkolînkirina sedemên canjidestan û birîndarbûna hejmarek welatiyên parêzgeha Kerkûkê bê pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser wê yekê kiriye ku lêpirsîn bi hemû kesên di rûdanên îro yên Kerkûkê de xemsar bûne bê kirin û radestî dadgehê bên kirin, ji bo sizayên xwe yên dadwerane werbigirin.
Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê îro Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.
Berdevkê Polîsa Kerkûkê Amer Şiwanî ji K24ê re ragihand, di xwepêşandana welatiyên Kurd ên Kerkûkê de ku daxwaza vekirina rêya Kerkûk – Hewlêrê kiribûn, kesek şehîd bûye û 5 kesên din jî birîndar bûne.