Rapirsî: Kurd di wê baweriyê de ne ku makezagoneke nû dikare Pirsa Kurd çareser bike

Li gorî rapirsiyek li Bakurê Kurdistanê hatî kirin Kurd di wê baweriyê de ne ku bi makezagonek dadperwer û wekhevîparêz, perwerdehiya zimanê zikmakî û nasnameya kurd tê de heyî dikare pirsa kurd çareser bike.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li gorî rapirsiyek li Bakurê Kurdistanê hatî kirin Kurd di wê baweriyê de ne ku bi makezagonek dadperwer û wekhevîparêz, perwerdehiya zimanê zikmakî û nasnameya kurd tê de heyî dikare pirsa kurd çareser bike. Her wiha xalek balkêş jî ew e ku beşek ji dengderên Partiya Çepa Kesk her çiqas ji polîtîkayên wê nerazîbin jî dengên xwe didine.

Navenda Lêkolîn û Ramanê ya bi navê Spectrum House li Bakurê Kurdistanê li 15 bajaran derbarê çareseriya pirsa kurd de raportek bi navê Pirsa Kurd, Aştî, Helwest, Hêvî û Têgihiştin ji raya giştî re parve kir. Raportê de encamên rapirsiyê jî hatin ragihandin ku %92.8ê beşdaran dibêjin pirsa Kurd bandorê li jiyana wan a rojane dike, %80yê zêdetir jî dibêjin pirsa kurd dibe sedema pirsgirêkên civakî jî ku nijadperestî jî yek ji wan e.

Di nava pêşniyarên çareseriyê de pêşniyara herî zêde tê bilêvkirin jî çêkirina makezagonek ku her alîyî li xwe bigire, dadperwer û wekhevîparêz e ku akademîsyen jî dibêjin Kurd dixwazin bi rêbazen rewa û hiquqî pirsda kurd çareser bibe û nasnameya kurd jî were nasîn.

Berdevkê Hewla Çaksazî û Çavdêriya Perwerdehiyê Azîz Yagan ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Kurdan her dem xwestine  pirsgirêkên xwe bi rêyên rewa û hiquqî çareser bikin. Kurd dixwazin di nava makezagonê de bi nasnameya xwe cih bigirin.  Ev 100 sal in kurd vê daxwazê dikin û dest jê jî bernadin. Di dile wan de tirsa kurd heye, divê ji vê tirsê rizgar bibin û bi ya min jî rêbaza herî çêkirina makezagonek nû ye ku nasnameya kurd tê de hebe.”

Di raporta Spectrum Houseê  de derbarê polîtîkayên HDPê yên çareseriya pirsa kurd de %36ê beşdaran polîtîkayên HDPê erênî dibînin lê %24.2 jî neyînî dibînin, %39ê dengdêrên Partiya Çepa Kesk jî polîtîkayên HDPê neyînî dibînin ku çavdêr bo vê yekê dibêjin beşek dengdêrên HDP ango YSPê her çiqas nerazîbin jî dîsa dengên xwe didin wan.

Çavdêrê siyasî Abdulkadîr Aydin ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Bi salan e zext û zor li ser kurdan heye û kurdan gelek bedel dane, ew kurdên zext û zor dîtine û nav HDPê de kom bûne jî dengên xwe didin HDPê ku ji HDPê jî aciz in. Ji neçarî deng didin, alretnatîfek bo wan nîne. Eger alternatîfek hebe dê kurd dengên xwe nedin HDPê. Kurd dibêjin qey HDP partiya kurdan e.”

Encamek din a rapirsiyê ew e ku piraniya beşdaran dixwazin bi beşdariya Parlemento, desthilat û saziyên sivîl pêvajoyeke nû çareseriyê dest pê bike.