39 sal di ser koça dawî ya Mîrê Sînemayê re derbas dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – 39 sal bi ser koça dawî ya Mîrê Sînemayê yê Kurd Yilmaz Guney re derbas dibin. Sînemekarê Kurd di jiyana xwe ya kurt de, di 114 fîlman de lîstîkvanî kir. Derhêneriya 26 fîlman kir û senaryoya 64 fîlman nivîsand û dehan xelat wergirtin. Xelata herî mezin jî Xelata Palmiyeya Zêr bû ko di sala 1982an de di Festîvala Fîlmên Cannesê de wergirtibû. Guney ev xelata xwe diyarî li Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî kiribû.
Yilmaz Guney, di sala 1937ê de, li bajarê Edeneyê di malbeteke hejar de jidayik dibe û her ji ber wê hejariyê ji zaroktiya xwe ve kar dike.
Sînema, di 12 saliya wî de dibe parçeyek ji jiyana wî. Rojekê piştî dewama xwendingehê diçe sînemayê û dibe heyranê wê. Piştre di kompanyayekê fîlman de wekî belavkarê afîşan kar dike, him fîlman dibîne û him jî li ser sînemayê hûr dibe.
Guney, di sala 1957ê de Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê bidest dixe. Piştî 2 salan bi alîkariya Nivîsakarê Kurd Yaşar Kemalî, bi derhêner Atif Yilmazî re pêwendiya wî çêdibe û senaryoya fîlmên wî divisîne. Herwiha di wan fîlman de listîkvanî jî dike û bi vî awayî di sînemakariya Guneyî de konaxeke nû vedibe.
Lê pirsgirêkên yasayî û zindan bersinga wî, bernadin. Di sala 1961ê de, bi tohmeta bangeşekirina Komûnîzmê tê zindanîkirin. Di 71ê de jî de bi hinceta alîkariya rêxistineka çepgir, bi 2 salan tê cezakirin. Bi lêborîna giştî ya 74ê herçend azad bibe jî tenê piştî 123 rojan, bi tohmeta kuştina dadgerekî li bajarê Edeneyê, dîsa tê zindanîkirin û vê carê jî 19 sal ceza didin wî. Lê Guney, piştî 5 salan ji zindanê fîrar dike û berê xwe dide Fransayê.
Zindan, nekarîbû heza wî ya sînemayê asteng bike û wî di nava çar dîwaran de du fîlmên navdar Kerî û Rê nivîsandibûn ku bindestiya kurdan û dagirkeriya li Kurdistanê vedibêjin. Fîlma Rê di Festîvala Fîlmên Cannesê ya sala 1982ê de Xelata Palmiyeya Zêr dê ji Mîrê Sînemayê re anî.
Guney ne tenê sînemakarekî serkeftî bû, ew milîtanekî siyasî bû jî ku got: “Em dixwazin bibin zarokên welatekî serbixwe û yekgirtî yê Kurdan. Em dixwazin bibin zarokên Kurdistanê. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe, stranên evînî û azadiyê bibêjin. Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe bistrên û jinûve ava bikin û rm dixwazin ser axa xwe, bin al a xwe, azad û serbixwe bijîn.”
Ev neteweperwerê mezin, di rojeka payîza ya Parîsê de, ji ber şêrpenceyê xatir ji me xwest. Kurdistaniyên ji her çar parçeyan, bi dirûşm û sirûdan ew li Goristana Parlaşeza Parîsê bi axê sipartin. Piştre Qasimlo, Şerefkendî û Ahmet Kaya bûn mêvanê wî.
Piştî Mîrê Sînemayê, kes nekarî cihê wî bigre û text û taca wî bêxwedî ma. Lê doza wî bixwedî ye.