Ji ber kêmbûna ava Xabûrê cotkar bexçeyên xwe bi ava pîs av didin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna ava çemê Xabûrê, cotkarên Hesekê bexçeyên xwe bi ava pîs av didin. Ev yek tirs û nerazîbûn li cem xelkê peyda kiriye ku dibêjin, ew av dê bibe sedema derketina nexweşiyên Kolêrayê.

Welatiyên bajarê Hesekê vê carê ne ji ber giranbûna nirxê kelûpelan gazinan dikin, lê ji ber nepaqijiya şînkayî ya ku bi ava pîs hatiye avdan. Welatî bi tirs in ku avdana bi ava pîs, bibe sedema belavbûna nexweşiyên wek kolêra, bi taybetî ku krîza avê li bajêr heye û hin halatên nexweşiyê li navçeyê hatine tomarkirin.

Cotkarên ku zeviyên wan li derdora çemê Xabûrê ne, beriya niha bi ava çem avadanî dikirin, lê niha û piştî ku asta ava çem kêm bûye, ew neçar dimînin ku ava pîs bikar bînin, nemaza ku karînên gelek ji wan tune ye ku bîran bikolin.

Cotkar Ehmed Salim dibêje: “Deh donim edrê me heye, me şînkayî çandiye, ava çem ziwa bûye, karînên me tune ne em bîran bikolin, mazot jî tune ye. Em neçar in bi ava bîs zeviyên xwe avdin.”