Mesrûr Barzanî: Ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan îro li Bexdayê me

Navena Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, îro li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê û aliyên din ê siyasî gotûbêjan dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”