Çîroka mamosteyeke ku ji kar hatiye dûrxistin: Dest bi hînbûna zimanê Kurdî kiriye
Diyarbekir (K24) - Mamosteyeke bi biryarnameya di hikmê zagonî de ji kar hatî derxistin ku Kurdek ji Anatolyaya Navîn e hem ji bo debara xwe bike û hem jî ji bo çand û dîroka xwe baştir binase berê xwe daye derguşa şaristaniyê navçeya Sûr a Diyarbekirê û bi keda destê xwe debara xwe dike.
Di nava kolanên dîrokî yên Sûra Diyarbekirê de mamosteyeke ku di sala 2016an de bi biryarnameya hikmê zagonî ji karê xwe hatiye îxraçkirin hewil dide ku bi keda destê xwe debara xwe bike û di kargeheke biçûk û rengîn de berhemên xwe diafirîne.
Melek Demîr a ku di sala 2008an de dest bi mamostetiya pêşdibistanî kiriye dema li Bajarê Hatayê mamostetî dikir ji kar hatiye derxistin û paşê jî di sala 2019an de berê xwe daye Diyarbekir û li Zankoya Dîcleyê jî beşa mamostetiya wênesaziyê jî xwendiye.
Melek Demîr ji K24ê re diyar kir: “Min 7 salan mamostetî kir. Di 1ê Îlona sala 2016an de ji kar hatim îxraçkirin. Pêvajoya hiquqî û doz hîn didome. Ez ji mamostetiyê hes dikim. Ji zaroktiya xwe ve min dixwest bibim mamoste. 8 sal in ji mamostetiyê dûr im.”
Melek Demîr a ku kurdek ji anatolyaya navîn ji bajarê kirşehîrê ye dibêje sedema hatina wê ya Diyarbekir ew e ku ketiye pey nasname û çanda xwe. Melek Demîr dibêje ji nifşê wê pê de asîmîlasyon kûrtir bûye û ji zimanê xwe jî dûr ketiye û dixwaze fêrî zimanê xwe bibe.
Demîr dibêje: “Di zankoyê de lêgerîna min a nasnameyê dest pê kir. Min çanda xwe mereq dikir. Ez gelek dihatim vê derê. Min serdana hevalên xwe dikir. Piştî hatim îxraçkirin min biryar da ku li vêderê bicih bibim. Daxwaza min ew bû ku li vê derê fêrî zimanê xwe bibim. Ez hîn bi temamî fêr nebûme. Ez xwe di vî warî de rexne dikim, ev bo min kêmasiyek e. Lê mixabin li vê derê bikaranîna zimanê kurdî jî ne di asteke baş de ye.”
Mamoste Melek Demîr hêvî dike ku doza wî ya vegera mamostetiyê bi erênî encam bide û projeya wê ya dorê de ew e ku fêrgehek a peykersaziyê û wênesaziyê vebike.